Asya Abdullah: Helwesta hevpar ya Başûr diyalog e

Endama KNK’ê Asya Abdullah da zanîn ku di serdanên li Başûrê Kurdistanê de, hemû alî û partiyên siyasî ragihandin ku ew şer naxwazin,

Der barê aloziya Başûrê Kurdistanê û li hember hewldanên dewleta Tirk ku dixwaze başurê Kurdistan bi giştî dagir bike, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) xebatên hevdîtina li Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin. Di nav du hefteyan de bi gelek partiyên siyasî "derveyî PDK", rêxistinên civakî, rêxistinên jin û serokê partlementoyê re civiyan.

Beriya du rojan şandeya KNK’ê der barê  xebatên xwe de civîna çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku ger ev pêngava wan ya destpêkê bi encam nebe, ew ê dest bi pêngava duyem bikin û di vê çarçoveyê de jî ew ê serdananên xwe bigihînin asta navneteweyî.

Der barê encama xebata hevdîtinên KNK’ê li Başûrê Kurdistanê, endama şandeya KNK’ê Asya Abdullah ji ANHA`yê re axivî.

Asya Abdullah da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi hevkariya PDK’ê êrîşî PKK’ê bike û ew jî hewldidin nehêlin ku PDK bi dewleta tirk re hevkariyê  bike û got: “Tevgera PDK’ê li çiyayên Kurdistanê alozî û metirsiyek mezin çêkiriye. Gelek hewildan hebûn ku ev alozî ne zivirê şer. Ji ber vê, destpêkê me nêrînên hemû aliyan li herêmê guhdar kir. Derfetên me çênebûn ku serdana PKK’ê bikin. Lê PKK piştgiriya xwe ji bo gava KNK nîşan da. Peyam rêkirin û gotin “Em wekî PKK amade nê pirsgirêk bi rengekî guftogeyê çareser bibe û hewildanên me yên şer tune ne. Em ne aligirê şer in. Di vê demê de berjewendiyên tu aliyan di şerek wisa nine. Ger ku şer derbikeve wê zerarek mezin bide destkeftiyên gelê Kurd.”

‘DIVÊ PDK JI GEL RE RAGIHÎNÊ KU ÇIMA BI ŞANDEYA KNK RE HEVDÎTIN PÊK NEANÎN’

Asya der barê nepêkanîna hevdîtinên bi PDK’ê û rayadarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê re ev agahî parve kirin: "PDK`ê bi tu awayî peyamek fermî ji me re rênekirine. Divê PDK ji gel re ragihînê ku çima bi şandeya KNK’ê re hevdîtin pêk neanîn. Gelek caran PDK’ê ragihand ku ne alîgirê şerin. Ger wiha be divê guftugo pêş bikevin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê hemû kes bi berpirsyartî tevbigerê û deriyê xwe ji guftogeyan re veke.” 

'HELWEST ERÊNÎ BÛN'

Asya Abdullah der barê helwestên aliyên ku serdana wan kirine jî ev nirxandin kir: "Bi giştî helwestên gelek erênî derketin holê. Di hevdîtinên hemû partiyên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de helwest hevbeşbun. Nêrînên derketin pêş ev bûn; di vê serdemê de divê bi tu awayî şer di navbera PKK û PDK de dernekevê pêş, pirsgirêk bi rêya guftogeyan bê çareserkirin. Ger şer derbikeve ev xeterî li ser hemû destkeftiyên Kurdan ne û wê bibe sedema bandoriyek gelek xirab.  Ev noqteyên hevbeş bûn. Yên di hikûmetê de cih digrin û yên nagirin diyar kirin ku ji aliyê xwe de hewil dane û nêrînên xwe ji hikûmetê re şandine û wê hewildanên xwe berdewam bikin."

PÊŞNIYARA AVAKIRINA KOMISYONÊ

Asya da zanîn ku ji bo navbeyankariya guftogeya di navbera PKK û PDK`ê, wan pêşniyar kiriye ku komisyonek were avakirin û wiha domand: "Kesayetên ku karibin di aliyê guftgoyê de rol bilîzîn, piştgiriya çareseriyê bikin di nav komîsyonê de dikarin cih bigrin.  Hewildanên dewleta Tirk heye ku li Başûrê Kurdistanê de şerekî derbixînê û serweriya xwe li herêmê zêdetir bike. Ji xwe berê de li herêmê krîzên civakî, aborî, siyasî hene û şerekî wiha derbikevê wê xeteriyek mezin li ser destkeftiyên gelê Kurd û hebûna Başûr bike. Di vê demê de girîngiya vê xebatê berpirsyariyek netewî derxist û KNK`ê jî bi hesasiyeteke netewî tevgeriya.”

'GELÊ HERÊMÊ GIRÎNGÎ DAN XEBATÊN YEKITIYÊ Û GAVÊN KNK’Ê'

Endama şandeya KNK`ê Asya Abdullah anî ziman ku gelê herêmê ji şer re ne amade ye û wiha dewwam kir: “Serdemên derbasbûyî yên şerê navxweyî gelek zerar daye herêmê. Heya niha bandora wê heye û gelek qurbaniyên mezin çêbû ne. Gelê herêmê ne amade ye ku cardin şerekî wiha re rû bi rû bimînê.  Ji ber vê jî gelê herêmê girîngî dan xebatên yekitiyê û gavên KNK’ê. Hemû aliyên ku me dîtin pêşniyar kirin ku divê xebatên lidarxistina kongreya netewî leztirîn bên meşandin. Partiyên Ii dijî yekitî û lidarxistina kongreya netewî ne, divê ji raya giştî re vekirî vê yekê bêje û gelê Kurdistanê êdî bi zelalî nas bike."

ANHA


Mijarên Din