Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 20`ê Gulanê de Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn bi beşdariya 20 hunermendên ji seranserî herêmê û bajarê Helebê li dar xist. Duh pêncşemê sempozyum li Kobanê bi dawî bû lê wê di 28`yê Gulanê de li kantona Qamişlo dest pê bike.
Hunermendên beşdar di 6 rojan de, 37 tablo xêz kirin ku dê piştre di pêşangeha salane li Qamişloyê de werin pêşandan.
Cîgira hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen axivî û diyar kir ku sempozyum, li du qonaxan li dar dikeve; sempozyum û pêşangehê û got: “Di sempozyumê de 20 hunermendên ji seranserî herêmê û bajarê Helebê beşdar bûn. qonaxa duyemîn jî, pênageh e dê li Qamişlo li dar keve.”
Ronahî destnîşan kir ku sempozyum li Kobanê li dar ket û di rojên wê de 37 tablo der barê mijarên cuda wek, êşên xelkê herêmê û xwezayê de hatin xêzkirin.
Her wiha Ronahî da zanîn ku asta hunermendên beşdar, ji sempozyumên berê çêtir û bilindtir bû.
Şêwekara bi navê Rewan Xelîl a ji Qamişlo tev li sempozyumê bûye, got: “Ev cara sêyemîn e ez tev li vê çalakiyê dibim. Her yek ji hunermendên beşdar, li gorî dîtina xwe tablo xêz kirin. Mijarên diyar tune bûn. Mijarên realîst û şêwekarî hebûn.
Rewan der barê tabloya ku xêzkiriye de wiha axivî: “Min jin wek gul xêz kir. Di tabloya xwe de min jin û xweza têkil hev kir. Min xwest, girêdana dîrokî ya xurt di navbera jin û xwezayê de û çiqas nêzî hev in, nîşan bidim.
Li gorî Rewan, sempozyum ji bo hemû hunermendan derfeteke ku tecrubeyên hevdu parve bikin û sûdê ji hev bigirin.
Şêwekarê bi navê Şaban El Ebdo jî ji Minbicê tev li sempozyumê bûye. Ev cara duyemîn e ku tev li vê çalakiyê dibe. El Ebdo diyar kir ku hewaya sempozyumê xweş bû. ”
Her wiha got: “Sempozyum ji bo hunermendan, destek e. Made ji me re hatin pêşkêşkirin. Asta tabloyên hunermendan baş e. Her yek çi tê aqilê xêz dike. Hinekan xweza, hinekan protre, şer û nexşeyên razber xêz kirin.”
El Ebdo da zanîn ku wî bi du tabloyan; xwezaya rojavayî û mala erebî ya kevnar xêz kirine û wiha domand: “Berê min tenê xweza û protre xêz dikirin. Ev cara yekemîn e ku mijarên wiha xêz dikim.”
Şêwekar Şaban El Ebdo diyar kir ku lidarxistina sempozyumê li Kobanê baş e û dê tev li pênageha ku li Qamişlo li dar keve bibe.
El Ebdo têkildarî tabloya ku dê pê tev li pêşangeha Qamişlo bibe de got: “Min hilhatina rojê xêz kir, bi hêvî me ku her kes jê hez bike.”
Pêşangeh û sempozyumên ji aliyê saziyên çand û hunerê yên Rêveberiya Xweser ve li dar dikevin, ji bo hunermendan firsendeke ku behreyên xwe pêşan bidin, pêş bixin û tecrubeyan parve bikin. Berhemên di van çalakiyan de, bi awayekî neyekser di civakê de teşwîqek li ser hunerê çêkir ku piştî şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an, bi lez pêş dikeve.
(dm-şx)
ANHA