Asûriyan qurbaniyên komkujiya Asûriyan bi bîr anîn

Li naveçeya Til Temir a kantona Hesekê Asûriyan qurbaniyên komkujiya Asûriyan bi bîr anîn. Gelê Asûr her sal komkujiya"Semel" a ku rejîma Iraqê di sala 1933`an, de li ser gelê Asûrî pêk aniye, bibîr tînin.

Merasîma bîranînê li hola Dêra Qidyîs a navçeya Til Temir a rojavayê bajarê Hesekê yê  Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Bi sedan asûrî, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşarî merasîma bîranînê bûn.

Puxteya komkujiya Semel

Her sal gelê Asûr komkujiya ji aliyê hikumeta Iraqê ve li ser pêk hat de bi bîr tînin. Komkujî di sala 1933`yan li bajarokê Semel ê herêma Musilê "Parêzgehên Duhok û Nînewa niha" û di dema serweriya serokê berê Reşîd Alî El-Kêlanî de pêk hat.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdên Asûr Cemîla Kako axivî û diyar kir ku komkujiya li Semel di der heqê Asûriyan de pêk hat, zêdetirî 3 hezar kesan bûn qurban, her wiha 63`ê gundên Asûriyan hatin hilweşandin.

Cemîla bal kişand ser ku di pêvajoya dîrokê de Asûr rastî gelek komkujiyan hatine, ji Semel bigere û heta di komkujiya Xabûr a di 2015`an çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê pêk anîn derkeve.

Cemîla Kako di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêngavên ku gelê Asûr tê re derbasbûne armanca wan qirkirin e û di encamê de şêniyên vê pêkhateyê koçber bûn, mînaka vê yekê jî gundên derdora çemê Xabûr e.

Di milekî din de berpirsê Partiya Demokratîk a Asûriyan şaxê Sûriyê Wail Mîrza axivî û got, gelê Asûr di pêvajoya dîrokê de azara du komkujiyan kişandine, ji komkujiya Sîfo ya 1915`an a ku Osmaniyan der heqê wan pêkanîne bigere û heta bi komkujiya Xabûr a ku çeteyên DAIŞ di encamê wê de bi sedan Asûr revandin û bi dehan jî kuştin derkeve.

Mîrza got: "Gelê Asûr di dîrokê de hêj di heman şaştiyan re derbas dibin, ev jî bi rêya xwespartina hêzên din bey ku xwe bispêrin xwe û bingeha biratiya gelan ku me ji destpêkê de bi hevkarên xwe yên li herêmê re hilbijartiye ye."

Wail Mîraz diyar kir ku îro herêm di gefên Osmaniya nû de ye û divê em hemû xwe birêxistin bikin, li dijî komkujiyên der heqê Asûriyan û hemû gelên herêmê pêk tên berpirsyar bin.

Wail Mîrza di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ku destkeftiyên gelê herêmê bi saya hevgirtina pêkhateyên di Rêveberiya Xweser a Demokratîk de cihê xwe digirin hate bidestxistin, lewma divê em li hemberî parastina destkeftiyên herêmê yekdest bin.

Merasîm bi stranên bi zimanê Asûrî yên girêdayî komkujiya Semel û komkujiyên din bi dawî bû.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din