Asûr û Ermenên Til Temir: Dixwazin bi komkujiya çaremîn me tune bikin

Ermen û asûriyên gundê Til Nesrî diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û bi komkujiya çaremîn dixwazin şêniyan tune bikin.

Dewleta Osmanî di 1915’an de li ser gelên Suryan, Ermen û Ezidî komkujî pêk anî. Di komkujiyê de milyon û nîvek Ermenî û 500 hezar suryanî hatin qetilkirin. Bi hezaran Ermen û Suryan jî koçberî Ewropa, Rojavayê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê bûn. Gelek ji wan koçberan berê xwe da gundê Til Nesrî yê girêdayî navçeya Til Temirê.

Li navçeya Til Temir 34 gund û 34 dêr hene. Li van gundan 10 dêr ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatine rûxandin. Yek ji wan, dêra Meryem El-Azra ya li gundê Til Nesrî ye. Çeteyên DAIŞ di 23’yê Sibata 2015’an de ew dêr teqand. Di encama hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de bi sedan şêniyên gund hatin qetilkirin, revandin û koçberkirin. 

Bi çeteyan daxwaza encamkirina komkujiyan

Yek ji şahidê êrişên DAIŞ’ê yên li ser gundê Til Nesrî Sergon Xoşaba ku ji pêkhateyê Asûrî ye. Sergon bi aslê xwe ji bajarê Colemergê yê giredayî Bakurê Kurdistanê ye. Di komkujiya Împaratoriya Osmanî de malbata Sergon neçarî koçberiyê dibe û berê xwe dide Til Nesrî. Sergon têkildarî êrişên DAIŞ’ê yên di 2015’an û niha de van tiştan dibêje:  “Êrişên gelekî hovane li ser şêniyên gundê me pêk hatin. Gelek tiştên gelê me dizîn. Gelê herêmê di qirkirinekê re derbas bûn. Dewleta Osmanî li Bakurê Kurdistanê ji komkujiyên Sêfo û Semêlê têr nebû û xwe gihand gundên xeta Xabûrê û êrişên xwe pêk anîn.  Niha bi heman hişmendiya dewleta Osmanî dixwazin komkujiyan li ser me de dûbarê bikin. Dewleta Tirk teybet bi rêya çeteyên giredayî xwe dixwaze komkujiyên xwe temam bike û bi komkujiya çaremîn re me tune bike.”

‘Li dijî êrişan, em yek dest in’

Sergon diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li ser hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û got: “Em jî wekî gelê herêmê bi destên hev digirin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Têkoşîna me dê êrişên dewleta Tirk têk bibe û li jiyana xwe ya berê ku aram bû vegerîne. Tu gunehiya gelê me tune ye ku bibin qurbaniyên îtîfaqan û berdelên mezin bidin. Em bang li Netewên Yekbûyî(NY) dikin ku di demeke lêz de êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.”

Cosfîn Îlyas Namo  (75)  yek ji wan nifşên Ermenî yên koçber e. Cosfîn bi aslê xwe ji Mêrdînê ye. Di komkujiyê de gelek xizmên wê hatin qetilkirin û malbata wê koçberî Til Temir bûn.  Xizmên Cosfîn yên ku li Tirkiyê dijîn hene. Di encama polîtîkaya dewleta Osmanî ya mislimankirinê de hatine mislimankirin û niha jî wan nasnake.

Heya kengî koçberî?

Cosfîn li gundê Til Nesrê yê giredayî navçeya Til Temir ji dayik dibe. Lê piştî êrişên DAIŞ’ê neçar dimînin ku koçberî bajarê Qamişlo, Hesekê herî dawî Til Temir bibin. Cosfîn tîne ziman ku jiyana wan her koçberiyê re derbas bûye û dibejê: “Hemû gel qetil kir û cihên baweriyan teqandin. Mirovahî bi wan re tune ye. Ewqas komkujî di kîjan olê de çêbûne?  Em ê heya kengî koçber bijîn û bi revin? Ez ji vir bi der nakevim. Ez ji van jin û mêrên çeleng ne baştir im ku bi der bikevim.”

ANHA


Mijarên Din