Asayîşa PDK`ê ciwanekî ji Rojava girt

Asayîşa PDK`ê ciwanê ji Rojava yê bi navê Ciwan Ebdulkerîm El-Mihemed li deriyê Pêşxabûr girt. Heta niha çaranûsa wî ne diyar e.

Di 7`ê Hezîranê de ciwanê bi navê Ciwan Ebdulkerîm El-MIhemed tevî dayika xwe ya nexweş bi armanca dermankirinê bi rêya deriyê sînor ê Sêmalkayê çûye Başûrê Kurdistanê lê asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wî digire. Ji wê demê ve çaranûsa wî ne diyar e.

Ciwan El-Mihemed (21) ji şêniyên Dêrikê ye.

Malbata Ciwan ji ANHA`yê re diyar kir ku ruxmî hemû hewldanan, lê tu agahî der barê sedema girtinê de bi dest nexistine.

Di 10`ê Hezîranê de desthilata PDK`ê 3 nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên Hewlêrê girtibûn û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din