Asayîşê ekîpa Ronahî TV asteng kir

Asayîşa navçeya Pişderê a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ekîpa Ronahî TV ya ji bo tomarkirina bernameyek taybet çûyî navçeyê asteng kir.

Pêşkêşvanê Bernameya Derwaze ku di kanala Ronahî TV de tê weşandan, Aras Îbrahîm ev agahî dan Rojnews'ê;"Îro danê sibehê, bi armanca tomarkirina bernameya  heftane çûyîn bajaroka Hêro ya ser bi navçeya Pişder, piştî ku me serdana rêveberiya bajaroka Hêro û asayîşa bajarok kir, bi hinceta cuda ku gotin we 'destûr nîne' rê li me girtin. Piştî ku me destûra fermî ya dezgeha xwe nîşanî rêveberiya Asayîşa Hêro kir, piştre bi hînceta ku 'destûr ji rêveberiya asayîşa Raperînê hatiye girtin' rê nedan bernameyê tomar  bikin.

Aras Îbrahîm eşkere kir ku ji bo karkirinê destûra fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê girtîne.

Bernameya Derwaze barnameyek çandî û civkî ye ku têde dîrok û çanda Başûrê Kurdistanê dide naskirin. Di rojên Dûşemê di Ronahî TV tê weşandin.


Mijarên Din