Artêşa Yemenê êrişên Hûsiyan têk birin

Vê sibê artêşa Yemenê êrişa Hûsiyan a li ser eniya Sirwah a rojavayê parêzgeha Meîrib têk bir û ziyanên mezin pêk anîn.

Artêşa Yemenê bi piştevaniya êlan hewldanên dagirkirina komên Hûsiyan ji nuqteyên eniya Sirwah re têk birin û nuqteyên di heman eniyê de ku tê de bi cih bûbûn, serwer kirin.

Tora El-Erebiye diyar kir ku di encama şer de fermandarekî Hûsiyan ê bi navê Xalid Husên El-Kehlanî û çend endamên Hûsiyan li eniya Sirwahê hatine kuştin.

Çavkaniyan bi bîr xist ku fermandarên Hûsiyan di encama şerê beriya 2 rojan de ku li eniya El-Wehbiyê ya parêzgeha Beydaa ya naverasta Yemenê rû daye, hatin kuştin û navê fermandarekî jî Eqîd Hemûd El-Mehaqirî ye.

Piştî şerê duh ê bi Hûsiyan re artêşa nîştimanî gihaşt destpêka sûka Wehbiyê û sûk kete bin serweriya wan.

(eh)


Mijarên Din