Artêşa Yemenê firokeyek li bakurê Hecê rûxand

Artêşa Yemenê bi daxuyaniyekê rûxandina firokeyeke îranî li bakurê parêzgeha Hecê ya bakurê rojavayê welêt piştrast kir.

Malpera Sibtambar a Wezareta Parastinê ya Yemenê ragihand ku çavkaniyên leşkerî yên tora Erebiyê diyar kir ku firokeya îranî bi erka keşfê rabûbû.

Artêşa Yemenê duh ragihand ku firokeya keşfê ya hêzên Hûsiyan li midûriyeta Heyran a parêzgeha Hecê ya bakurê rojavayê welêt rûxandin.

Malpera fermî ya artêşa Yemenê bi bîr xist ku firokeya Hûsiyan hewl dida nuqteyên artêşê yên li midûriyeta Heyra bikira armanc. Firokeya ku hate rûxandin, piştî kifşkirinê hate diyarkirin ku Îranê çêkiriye.

Tê zanîn ku ji destpêka salê ve, ev balafira 8`an e ku artêşa Yemenê li asmanê “herêmên rizgarkirî" yên li parêzgeha Hecê dirûxînin.

(eh)

 

 


Mijarên Din