Artêşa Yemenê: 2 jê fermandar, 16 leşkerên Hûsiyan hatin kuştin

Malpera fermî ya artêşa Yemenê ragihand ku şer di navbera artêşa Yemenê û hêzên Hûsiyan li eniya Hecer a li midûriyeta Qatba ya li bakurê parêzgeha Daliayê ya li başûrê welêt rû da û di encamê de 2 jê fermandar, 16 leşkerên Hûsiyan hatin kuştin.

Malperê diyar kir ku dema komên Hûsiyan hewl dida ber bi geliyê Şecîb ê gundê Rêbê yê li herêma Hecer ê rojavayê Qetiba ve biçin, şer di navbera hêzên Hûsiyan û hêzên artêşa Yemenê ve derket.

Hêzên artêşa Yemenê hewldanên Hûsiyan têk birin û ew bi paş ve vegerandin.

Di encama şer de 16 leşkerên Hûsiyan hatin kuştin û fermandar Mamar Seqaf û fermandar Awad Beder Dîn El-Kehalî di nav wan de ne. Her wiha 7 leşkerên din jî birîndar bûn.

Di vê hefteya derbasbûyî de Hûsiyan eşkere kir ku ew ê êrîşên bi firoke û moşekan ên li dijî Erebistana Siûdî rawestînin.

(eh)


Mijarên Din