Artêşa Wetenî li Lîbyayê baregeha Tirkiyê rûxand

Odeya çapemeniyê ya operasyonên El-Keramê ragihand ku Artêşa Wetenî ya Lîbyayê baregeheke leşkerî ya Tirkiyê ku li nêzîkî Fakulteya Asmanî ya Misratayê dihat avakirin, rûxand.

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ku Xelîfe Hefter serkêşiya wê dike, li bajarên Lîbyayê dest bi operasyonên veşartî kir. Di vê derbarê de odeya çapemeniyê ya operasyonên El-Keramê îşaret bi derbeyên asmanî yên ku baregeha Tirkiyê ya li nêzî Fakulteya Asmanî ya Misrata rûxand, kir û got hemû çekdar li Borşadê û derdora başûrê Terablus anku Xireyan bi cih bûn.

Odeya operasyonan bi daxuyaniyekê ragihand ku avakirina baregeha leşkerî ji dewleteke biyanî wekî Tirkiyê wek "Xiyaneta mezin a li serxwebûna welêt û sûcdariyên milîsên Misrata û Îxwanan tê dîtin" û ev yek nayê pejirandin.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Wetenî ya Lîbyayê diyar kir ku ew naxwaze Misrata û benderên wê bike armanc, lê ji bo kontrolkirina komên çekdar beşdarî şerê li dijî operasyona rizgarkirina Terablusê bûye û artêş neçar ma ku wê wek armanceke rewa ya çekên asmanî bibîne.

Daxuyaniya fermandariya giştî piştî pêkanîna 13 derbeyên asmanî li ser Fakulteya Asmanî ya Misrata û derdora wê hate ragihandin.

Fermandarê odeya operasyonên hêzên asmanî Mihemed El-Menfor ji rojnameya El-Beyan a Îmaratê re got çekên asmanî avahiyên çekdarên Misratayê bi 13 derbeyên asmanî kirin armanc. Çekdarên Misratayê ajandeyên Tirkiyê yên li Lîbyayê ne û pêşdeçûna Artêşa Wetenî ji rizgarkirina paytextê ji komên terorîstan asteng dikin.

Mihemed El-Menfor diyar kir ku artêşê 3 depoyên balafirên Tirkiyê yên bêpîlot li Misratayê topbaran kirin, di heman demê de jî balafireke li qada Sereb Sadûn kirin armanc. El-Menfor destnîşan kir ku çekên asmanî dê hemû armancên girêdayî komên çekdar an jî destwerdanên Tirkiyê bikine armanc. 

Artêşa Lîbyayê tekez kir ku da ku herêmên nû li hemû eniyên şer kontrol bikin, dest bi rêzeoperasyonên leşkerî kirine.

Navenda çapemeniyê ya odeya operasyonên El-Keramê tekez kir ku yekîneyên Artêşa Wetenî da ku herêmên nû li gelek bajaran bi dest bixe, dest bi operasyonên leşkerî kirine.

Artêşê got DAIŞ bi çekdarên Hikumeta Wîfaqê ya li bajarê Merzeqê re belav dibin.

Tirkiye desteka leşkerî dide çekdarên Hikumeta Wîfaqê û tevî biryara navdewletî ya qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re, lê Tirkiyê gelek teqemenî ji Lîbyayê re şandin. Biryara qedexekirina şandina çekan ji dema rakirina rejîma Muammer Qeddafî ve hate ragihandin.

(eh)


Mijarên Din