Artêşa Tirk  tîmeke tendirûstyê  li gundê Dildara kir hedef

Artêşa Tirk a dagirker tîmeke tendirûstyê ku derbasî gundê Dildara bibû da ku birîndaran rizgar bike, kir hedef. Di encama wê de hemşîreyê bi navê Aram Ehmed birîndar bû.

Kadroyê tendirûstyê yê nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn ji bo rizgarkirina birîndaran berê xwe dan gundê Dildara.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê tîma tendirustî kir hedef.

Di encama wê de xebatkarê tendirûstyê bi navê Aram Ehmed (22) birîndar bû. Niha Aram Ehmed ji bo tedawiyê di nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê de ye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din