Artêşa Tirk tevgera xwe li ser sînorê Serêkaniyê zêde dike

Artêşa Tirk a dagirker tevgera xwe li ser sînorê Serêkaniyê zêde dike. Balafirên Koalîsyonê li ser esmanê herêmê digire.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker vê êvarê tevgera xwe li ser sînorê li beramberî gundê Til Xenzîr ê girêdayî bajarokê Mebrûka yê rojavayê bajarê Serêkaniyê zêde dike.

Her wiha diyar kir ku balafirên Koalîsyona Navdewletî li ser esmanê herêmê digre û ji bo şopandina tevgerê bombeyên şewqê davêje.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rewşên awarte amade ne.

ANHA


Mijarên Din