Artêşa Tirk şewitandina darên Efrînê didomîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sedan darên li navçeya Mabata ya kantona Efrînê şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh agir bi darên tirî, zeytûn û darên din ên li gundê Hec Qasim, Dila û Rota yên navçeya Mabata ya kantona Efrînê xist.

Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de Efrîn dagir kir, bi sedan hektar zeviyên çandiniyê û dar şewitandine. Bi vê yekê hewl didin çavkaniyên debarê yên şêniyên resen ên herêmê qut bikin û ekolojiya kantonê xira bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya