Artêşa Tirk êrişî Til Rifetê kir: 3 sivîl şehîd bûn

Artêşa Tirk a dagirker bi hewanan êrişî Til Rifetê a herêma Şehbayê kir û di encamê de 3 sivîl şehîd bûne û 6 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di salvegera êrişên dagirkirinê yên li dijî Efrînê de bi topên hewanan êrişî navçeya Til Rifetê a herêma Şehbayê kir.

Di encama êrişê de li gorî agahiyên destpêkê, 3 kesên sivîl şehîd bûne û 6 kes jî birîndar bûn.


Mijarên Din