Artêşa Tirk êrişî gundên Til Temrê kir

Artêşa Tirk û çeteyên xwe êrişî gundên Til Temrê kirin û Meclisa Leşkerî ya Surayan bersiva êrişan dan û êriş têk birin.

Vê êvarê artêşa Tirk û çeteyên wê ji gundên Til Temrê yên bi navên Erîşa, Qasimiyê, Reyhaniyê û Erbiyîn hewldana êrişan kirin û di  çarçoveya parastina rewa de Meclisa Leşkerî ya Suryan bersiva êrişan dan û êriş têk birin.

Di encama êrişan de çend çete hatin kuştin.Hejmara çeteyan ne diyar e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din