Artêşa Tirk li şûna Mala Êzidiyan a li Efrînê dibistaneke olî vekir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya komeleyeke Kiwêtê ku bi navê Komeleya Şêx Abdullah Nûrî tê naskirin û bi hevkariya ‘Destên Spî’ li Mala Êzidiyan a berê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî dibistaneke olî vedikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Mala Êzidiyan a bajarê Efrînê wêran kir û talan kir.

Rêxistinê diyar kir ku di çarçoveya tunekirina ola êzidiyan û belavkirina fikrên tundraw û perwerdekirina zarokan de komeleya Kiwêtê ya bi navê Şêx Abdullah Nûrî bi hevkariya" ‘Destên Spî’ piştî ku Mala Êzidiyan hilweşandin, li şûna wê dibistanekê olî vedikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê bal kişand ser ku di salvegera 6`an a qirkirina êzidiyên li Şengalê ya 2014`an de, kevirê avakirina dibistanê hate danîn.

(eh(

ANHA


Mijarên Din