Artêşa Tirk li Kobanê êrişî erebeyên agirkujiyê kir

Artêşa Tirk a dagirker duh erebeyên agirkujiyê dema hewl didan şewata li gundê Serzorî yê li ser sînorê rojhilatê bajarê Kobanê vemirînin, hedef girtin.

Li kêleka binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê yên rojane, artêşa Tirk a dagirker di van demên dawîn de erebeyên agirkujiyê jî hedef girtin da ku nehêlin şewatan vemirînin.

Artêşa Tirk a dagirker duh bi guleyan erebeyên agirkujiyê ku berê xwe dida bajarê Kobanê ku şewatên li zeviyên çandiniyê yên gundê Serzorî yê rojhilatê bajarê Kobanê vemirînin, hedef girtin.

Di encamê de tîma agirkujiyê neçar ma vekişe. Bi wê re jî şewatê rûbereke mezin ji zeviyên çandiniyê yên li herêmê dan ber xwe.

Her wiha tu kes ji endamên tîma agirkujiyê birîndar nebû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din