Artêşa Tirk li Idlibê nuqteyeke din çêkir

Karwanekî ku ji dehan erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker pêk dihat, derbasî xaka Sûriyê bû. Her wiha artêşa dagirker nuqteyeke çavdêriyê li bajarokê El-Kefîr ava dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku bi dehan erebeyên leşkerî û panzêrên dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bûn û ber bi nuqteyên li herêmên bêçek ve, çûn.

Bi vê yekê ji 5`ê Adarê de hezar û 690 erebeyên dewleta Tirk û bi hezaran leşker derbasî xaka Sûriyê bûne.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker nuqteyên leşkerî li bajarokê El-Kefîr ê gundewarên bajarê Cisir El-Şixûr ê rojavayê Idlibê ava dike. Bi vê yekê nuqteyên dewleta Tirk li herêmên bêçêk bûn 52.

Ev yek piştî ku duh pira El-Kefîr ji aliyê komên çete ve yên li herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin dixebitin, hate teqandin, pêk hat.

SOHR’ê piştrast kir ku pira El-Kefîr a li ser rêya navneteweyî Laziqiye – Heleb rojavayê bajarê Cisir El-Şixûr ku ji aliyê komên çete ve hate mayinkirin û dibe ku ew komên "cîhadî" bin.

(bx)


Mijarên Din