Artêşa Tirk hêzeke din derbasî  Sûriyê kir

Li herêma "bêçek" şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de berdewam e. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker hêzeke  leşkerî ya nû derbasî herêmê kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a  Sûriyê da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê herêmên Ehsem, El-Bara, El-Fitêra, Kensefra û Filêfil li çiyayê El-Zawiyê topbaran kir. Çeteyên dewleta Tirk jî baregehên hêzên hikumetê Hizarîn, Kefer Nibil û El-Melaciqa yên başûrê Idlibê topbaran kir.  Lê der barê ziyanan de tu agahî nehatin bidestxistin.

Duh bi şev di nava hêzên hikumetê li gundewarên Idlibê de di encama êrişeke balafirên bêpîlot ku tê payîn çeteyan kombûna hêzên hikumetê li herdu gundên Kefer Betîx û Dadîx yên li eniya bajarokê Meir Dibsê li gundewarê rojhilatê Idlibê hedef girtibûn de teqîn pêk hatin.

Ji aliyekî din ve jî, karwaneke nû ya dewleta Tirk a dagirker derbasî Sûriyê kir. Karwana ku ji wesayîtên leşkerî û pêdiviyên lojîstîkê pêk dihat di deriyê Kefer Losîn ê bi sînorê Lîwaya Iskenderonê re derbasî Sûriyê bû û ber bi nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li herêma "bêçek" ve çû.

(oh)


Mijarên Din