Artêşa Tirk hêzeke din a mezin şand Idlibê

Artêşa Tirk a dagirker şandina hêzên xwe yên leşkerî û lojîstik ber bi herêma Idlibê ve dewam dike. Îro 20 erebeyên leşkerî derbasî herêmê bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku bi rêya dergeha Keferlosîn a bi Lîwaa Îskenderonê karwanekî nû yê artêşa Tirk a dagirker derbasî Idlibê bû. Karwan ji 20 erebeyan pêk dihat û bi aliyê nuqteyên Tirkiyê yên li herêmê ve çû.

Ji destpêka agirbesta ku Rûsya û dewleta Tirk 5’ê Adara derbasbûyî ragihand û heta niha derdora 4 hezar û 360 erebeyên leşkerî, di nav de tank û topavêj, bi hezaran leşker derbasî xaka Sûriyê bûne.

 (eh)


Mijarên Din