​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundên bakur-rojhilat û rojavayê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, gundên Toxar, Cat û Dendeniyê yên bakur-rojhilat û rojavayê bajarê Minbicê vê êvarê bi çekên giran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê ziyanê canî çênebûn.

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi domdarî gundên Minbicê topbarankirin.

ANHA


Mijarên Din