Artêşa Tirk gundewarên Helebê topbaran kir

Li herêma Idlibê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike şerekî dijwar rû dide, di heman demê de artêşa Tirk a dagirker herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê yên li gundewarên Helebê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) diyar kir ku li eniyên Benîn ên li çiyayê Zawiyê şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de heta derengiya şevê  berdewam kir.

SOHR`ê parve kir ku di encama şerê dijwar de birîndar û kuştiyên her du aliyan çêbûn.

Di heman çarçoveyê de hêzên artêşa Tirk bi moşekan bajarokê Orim El-Kubra yê rojavayê gundewarê Helebê û di bin serweriya hikumetê de topbaran kir.

Duh Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye daxuyandibû ku êvara înê li başûrê gundewarê Idlibê, hêzên hikumetê êrişî eniya Fetîra kirin, şer di navbera çeteyên Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê de derket, di encamê de 5 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 3 çeteyên Tehrîr El-Şam jî hatin kuştin.

(eh)


Mijarên Din