Artêşa Tirk gundê Aşmê topbaran dike û balafir li asîmanê Serêkaniyê digerin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bi çekên giran gundê Aşmê yê gundewarê Kobanê topbaran  dike, di demeke ku balafirên şer li ser asîmanê Serêkaniyê digerin.

Artêşa Tirk a dagirker di bombebarana xwe û êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome, der barê mijarê nûçegihanê me ji Kobanê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Aşmê yê li rojavayê bajarê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Her wiha nûçegihanê me ji bajarê Serêkaniyê ragihand ku  di van kêliyan de balafirên şer ên artêşa dagirker li asîmanê bajêr digerin.

(jo/kc)

ANHA


Mijarên Din