Artêşa Tirk dîsa Serêkaniyê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din bajarê Serêkaniyê topbaran dikin. Di heman demê de, dîwarê li ser sînor jî radike.

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker careke din herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê topbaran dike.

Ji aliyekî din ve jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo bi bejahî derbas bibin, li hemberî bajaroka Til Helef ê rojavayî bajarê Serêkaniyê û li rojhilatê Serêkaniyê dîwar radike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din