Artêşa Tirk û çeteyên wê malên sivîlan dikin hedef

Topbarana artêşa Tirk a dagirker gihîşt gundewarên rojava û bakurê bajarê Minbicê. Ew gund ên di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ne.

Îro gundê Til Seyde, Um Edeset El-Farat, El-Farat û Eseliye bi top û moşekan hatin topbarankirin û bombebarankirin. Di encama wê de zirarên madî gihîştin mal û milkên sivîlan. Tu agahî der barê ziyanên mirovî de nehatin bidestxistin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê û artêşa Sûriyê bersiva êrîşên li ser sîvîlan da û di encama wê de şer derket.

Heta niha li gundê Eseliyê topbarana bi moşekan didome û nîvê gund vala bûye.

Tê destnîşankirin ku çeteyên dewleta Tirk îro pira di navbera bajarê Minbic û Cerablusê de rûxand da ku rê li pêşiya sivîlan were girtin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din