Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Kalatiya yê Şêrawayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Kalatiya yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.

Nûçegihanên me ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet 18: 00‘an ji gundê Kebaşîn ê Şêrawayê yê dagirkirî gundê Kalatiya yê Şêrawayê topbaran kir.

Hate ragihandin ku 3 top li gund ketine. Di encamê de tenê ziyanên madî gihiştin mal û milkên sivîlan.

Li gund niha bêdengî serwer e.

Artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser navçeya Şêrawayê zêde kirin.

ANHA


Mijarên Din