Artêşa Tirk û çeteyên wê 16 sivîl ji gundê Erîşa revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê piştî êrîş û gundekî dagir dikin, şêniyên sivîl direvînin.

Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê ji gundê Erîşa yê Til Temirê, 16 şênî revandin û di nav de jî jin û keçên ciwan hene. Navê hin şêniyên ku hatine revandin wiha ne: Îsmaîl Mihemed Îbrahîm, Îsmaîl Hemo, Xidir El-Elî Cimo, Mihemed El-Hemo, Burteqala Etiya, Caziya El-Ezo, Zemo El-Biyo, Dalya El-Ezo(15), Ebta El-Biyo, Xidir Cimo.

(fr)

ANHA


Mijarên Din