Artêşa Tirk bendava Şehba û gundê Samoqa topbaran dike

Piştî topbaranên li dijî gundên Şêrawayê yên kantona Efrînê, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundewarên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dike.

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker herêma bendava Şehba û gundê Samoqa bi dijwarî topbaran dike. Ew topbaran jî piştî nîv saetê ji topbarana li dijî gundên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê pêk hat.

Topbarana li dijî gundên Şêrawa û Şehbayê berdewam e.

(fr)

ANHA


Mijarên Din