Artêşa Tirk bajarê Qamişlo topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bajarê Qamişlo bi çekên giran topbaran dike.

Nûçegihanên ajansa me ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de navenda bajarê Qamişlo ya tijî şênî bi çekên giran topbaran dike.

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de li ser bajarê Qamişlo jina bi navê Beşîre Mihemed Kebûş şehîd bû û kurê wê yê 28 salî bi navê Ehmed Abdullah birîndar bû. Di topbaranê de jî zarokek şehîd bû û xwişka wî birîndar bû. Duh jî ji ber topbaranê şêniyek bi navê Ekrem Mihemed şehîd bûbû.

ANHA


Mijarên Din