Artêşa Tirk ambulancên ku derbasî Serêkaniyê bibin, dikin hedef

Hevseroka Heyva Sor a Kurd diyar kir ku dagirkeriya Tirk erebeyên ambulancê yên hewl didin derbasî Serêkaniyê didin, dikin hedef.

Erebeyên ambulance yên Heyva Sor a Kurd ku hewl dide ji bo veguhestina birîndaran derbasî bajarê Serêkaniyê dibin ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne hedefgirtin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê ji ajansa me re diyar kir ku ew hewl didin bi hemû şêwazan erebeyên ambulacê û erebeyên amadekirî wekî nexweşxaneyên gerok derbasî bajarê Serêkaniyê bikin da ku birîndaran rake. Cemîla got: "Heta niha erebeyên ambulancê derbasî Serêkaniyê nebûne ji ber ku ji aliyê artêşa Tirk ve têne hedefkirin."

Di êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Serêkaniyê de hejmarek sivîl birîndar bûn. Lê derfetên tenduristiyê li nexweşxaneyên bajêr kêm e.

ANHA


Mijarên Din