Artêşa Tirk agirbestê binpê dike, li gundê Mişrafa şer giran e

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest binpê kirin û êrîşî  gundê Mişrafa yê girêdayî Serêkaniyê kirin. Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrîşan da û li gund şerekî giran rû dide.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saeta ku agirbest hatiye ragihandin, heta niha li gorî agirbestê tev negeriyan û agirbest li hemû herêman binpê kirin.

Nexasim li herêma Serêkaniyê, di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest binpê kirin û êrîşî gundê Mişrafa yê girêdayî Serêkaniyê kirin. Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrîşan da û li gund şerekî giran rû dide.

Hêjayî gotinê ye ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mişrafa beriya demekê bombebaran kiribûn û bi dehan sivîl têde şehîd bûbûn.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din