Artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê zarokek din qetil kir

Îro dîsa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî şêniyên navçeya Til Rifetê kir. Di encama topbarana artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê li dijî navenda navçeyê de, zarokek 5 salî şehîd bû û yek din jî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê carek din navenda navçeya Til Rifetê topbaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Nedêr Ehmed ê 5 salî şehîd bû û zarokek din bi navê Mihemed Hec Îsa yê 8 salî birîndar bû. Mihemed Hec Îsa ji nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê re hate veguhestin da ku were dermankiirn.

Bi şehîdketina Nedêr Ehmed re qurbaniyên komkujiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî Til Rifet bûn 9 zarok. Di 2`ê Kanona 2019`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyek li navçeya Til Rifetê pêk anîn di encamê de 10 sivîl di nav de 8 zarok hatin kuştin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din