Artêşa Tirk a dagirker jinek birîndar kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi guleyan şêniyeke ji gundê Til Cebel ê girêdayî bajarokê Menacîr ê gundewarê Serêkaniyê dema ku bi hevjînê xwe re ji dest kiryarên wan direviya, birîndar kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra  bi êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên sivîl dike hedef.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh êvarê di seat 16:00’an de, şêniya bi navê Wedhe Salih a 20 salî ya ji gundê Til Cebel ê girêdayî herêma Serêkaniyê, kir hedef. Di encamê de birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temir da ku tedawî bikin.

Hevjînê Wedhe Salih, Macid Mihemed detayên tiştên ku bi wan re çêbûn gotin: " Gundê me Til Celbel hat dorpêçkirin. Di dema derbasbûna çeteyan de me hewl da bi peyatî ber bi nuqteyên QSD’ê yên li gundê Erîşa ve, biçin."

Macid Mihemed destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmê bombebaran dikin. Her wiha şer lê rû dide, lê ji ber tirsa çeteyan neçar man, bimeşin.

Mihemed wiha domand: "Dema em gihaştin gund, çeteyan gule li me reşandin û gule li sîngê hevjîna min ket."

Piştî ku Wedhe birîndar bû, hevjînê wê Macid Mihemed bi alîkariya sivîlekî bi rêya motorskilêt ew rakir Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeya Til Temirê.

Li gorî endamê tenduristiyê yê nexweşxaneyê, rewşa Wedhe ne baş e, dê rakin Nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Hesekê.

ANHA


Mijarên Din