​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeyên Şêrawa û Şera topbaran dike-hate nûkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Soxinekê û derdora wê, Aqîbe û Bînê yên navçeya Şêrawa, Irşadiyê, Til Meraş, Şewarxe û Tineb ên girêdayî navçeya Şera bi moşek û topban bi dijwarî topbaran dikin. Heta niha gelek moşek û top li wan gundan û derdorên wê ketine. Lê heta niha tu agahî girêdayî ziraran nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran kirin. Di encamê de zarokek 5 salî şehîd ket û zarokek din birîndar bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din