​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şera topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de, gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di van kêliyan de gundên Meranaz, Malkiye, Şewarxe, Keleha Şewarxe û Alqemiyê yên navçeya Şera li kantona Efrînê, topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker beriyê vê gundên Şêrawayê li kantona Şehbayê topbaran kirin. Heman kat, ji aliyekî din ve artêşa Tirk gundên Eyn Îsa û Girê Spî jî dan ber topan.

Der barê zirara madî û canî de hîn tu agahî nehatine wergirtin. 

(şx)

ANHA


Mijarên Din