Artêşa Tirk a dagirker gundê Eyn Dîwarê topbaran dike û wêraniyek mezin çêdike

Duman ji gundê Eyn Dîwarê yê tijî şênî bilind dibe. Artêşa Tirk a dagirker rojan e bi dijwarî gund topbaran dike.

Gundê Eyn Dîwarê yê ku bi 12 km li bakur rojhilatê bajarê Dêrikê ye rojana rastî topbarana dijwar a artêşa Tirk a dagirker tê.

Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî gund topbaran kir. Vê êvarê li gel firîna balafirên şer ên Tikriyê careke din hate topbarankirin.

Hêzên Sûriye Demokratîk li gel berdewamkirina topbaranê bi lez gund ji sivîlan bi temamî vala kirin û bersîva jêderên topbaranê dan.

Nûçegihanên ajansa me piştî şevek ji topbarana bê ser û ber di demek berê de ji îro xwe gihandin nav gund.

Di dîmen û wêneyên ku hatine kişandin diyar dibe ku topavêjên Tirkiyê yekser hundirê gund kirine hedef û zirarên mezin gihandine milkên sivîlan.

Ji aliyekî din ve bi dehan ciwanên gund çek rakirin û qebûl nekirin ji gund derkevin. Ciwanên li rex QSD`ê li berxwe didin ji bo gundên xwe ji mudexeleya Tirkiyê biparêzin.

Amêr Hacî ciwankî gundê Eyn Dîwarê ye mayîn li gund û berxwedana li rex QSD`ê li dijî dewleta Tirk a dagirker tercîh kir û got ew gundê xwe bernade û dê li rex şervanan wê biparêze.

Hecî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker jîngehan yekser dike hedef û armanca wî ew e ku tola xwe ji sivîlan hilîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din