Artêşa Îsraîlê mûdaxelaya çalakiyê kir: 97 filistînî birîndar bûn

Welatiyên Filistînê di Îna 67‘an a meşên vegerê de çalakî li ser sînorê Xezayê li dar xistin.  Artêşa Îsraîlê mûdaxeleya çalakiyan kirin û 67 filistînî birîndar kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê wergirtin, 97 filistînî ji yên beşdarî meşên li ser sînor bibûn, bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Fermandarê Eniya Demokratîk a Filistînê Telal Ebû Zerîfa got, "Em ê li gorî tektîkan û asta pêkanîna agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve alavên meşê berfireh bikin."

Berdevkê Tevgera Hemasê Ebdulletîf El-Qanûai jî got, meşên li Xezayê berdewam in heta rakirina dorpêça ku Îsraîlê ji beriya 12 salan li ser Xezayê ferz kiriye.

ANHA


Mijarên Din