Artêşa Îsraîlê amadekariya leşkerî ya nû li dijî Xezayê dike

Di raporên îsraîlî de hat bibîrxistin ku artêşa Îsraîlê amadekariya leşkerî li dijî Xezayê di dawiya Cotmehê de dike.

Li gorî kanala 12’an a îsraîlî, fermandariya herêma başûrê ya artêşa Îsraîlê amadekariya şerekî nû ya li dijî Xezayê bi dawiyê meha bê re dike.

Li gorî kanalê, fermandariya herêma başûr ji hêzan xwest amade bin. Ji ber artêş li ser rêzebûyerên di vê demê de pêk tên ku nearamiyê li herêmê pêk bîne, metirsîdar e.

Efserekî mezin ji ketîbeya 74’an a Lîwaa Başûr got rewşa li Xezayê dibe ku di çi kêliyekê de bê guhartin. Ji lew re ew her tim di amadekariyê de ne.

Wezîrê Ewlehiyê yê Îsraîlê Benny Gantz texmîn kiribû ku li Xezayê di meha bê de şer li ser paşxaneya rewşên li Xeza û guhartinên siyasî yên dawîn, derkeve.

(fr)


Mijarên Din