Artêşa Îsraîlê 2 Filistînî binçav kirin

Artêşa Îsraîlê du welatiyên Filistînî ji parêzgeha El-Xelîl bi îdiaya ku ji kuştina leşkerekî Îsraîlê berpirsyar in, binçav kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyên Filistînê girtin "Artêşa Îsraîlê  îro operasyonek binçavkirinê ragihand, du welatiyên Filistînê piştî ku erebeyeke desteser kir binçav kirin." Çavkanî ragihand ku herdu kesên hatin binçavkirin bira ne.

Artêşa Îsraîlê di daxuayaniyekê de got, kesên hatin girtin, ji kuştina leşkerekî wan li sre rêya "Jîngehên Xewş Etsyon" li nêzî Xelîl ya Difaya Rojava ku roja Pêncşemê pêk hatibû, berpirsyar in.

Vê sibê li ser sînorê Xeayê di navbera çekdaran û artêşa Îsraîlê 4 çekdarên Filstînê şer rû da. Di encamê de her çar çekdar hatin kuştin û hin leşkerên artêşa Îsraîlê birînar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşeke mezin ku komeke Filistînê amade dikir pêk bîne, şikandin.

ANHA


Mijarên Din