Artêşa Niştimanî êrişên li dijî eniya Tiweyşa bersivandin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wan êrişên hêzên Wîfaqê yên li dijî eniya El-Tiweyşa ya başûrê paytexta Trablusê bersivandin.

Navenda Operasyonên Keramê ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê diyar kir ku 18 endamên hêzên Wîfaqê hatin kuştin û hin jî birîndar bûne, ji wan fermandarê hêza bi navê"El-Neas", fermandarê tabûrekê yê Lîwaa Mehcûb yê bi navê"El-Miselatî" û çend çeteyên Tirkiyê ku şandine Lîbyayê.

Li aliyekî din jî Odeya Çapemeniya Şer a Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê parve kir ku sîstema parastina asîmanî a girêdayî hêzên çekdar, balafira bêpîlot a Tirkiyê kir armanc û li herêma El-Qeyrat a başûrê paytexta Terablusê xiste xwarê.

eh


Mijarên Din