Rêveberê Perspektîfa Manewî ya Artêşa Lîbyayî Xalid Mehcûb ji Tora El-Arabia re axivî û got: "Keştiyên şer ên Tirkiyê derveyî çarçoveya ava herêma Lîbyayê hene û tevgera wan tê şopandin, were xwestin em ê bersiv bidin."
Mehcûb daxuyand: "Nehat şopandin ku ev keştî nêzî kevana petrolê bûne." Her wiha anî ziman ku artêş û hêzên deryayî yên lîbyayî ji bo rewşên awarte amade ne.