Artêşa Lîbyayê şertên vekirina zeviyên petrolê eşkere kirin

Fermandariya artêşa nîştimanî ya Lîbyayê çend şertên ji nû ve vekirina perav û zeviyên petrolê eşkere kirin.

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di axaftina xwe ya li ser televîzyonekê de şertên ji nû ve vekirina perav û zeviyên petrolê eşkere kirin.  El-Mismarî diyar kir ku divê mekanîzmaya vekirinê bi mîsogeriya navdewletî be û bi şêwazekê ku nehêle qezencên petrolê bigihêjin hikumeta Wîfaq û çeteyên wê.

El-Mismarî bang kir ku hesabekî taybet di banka dewletekê de were vekirin, da ku qezencên petrolê bixin wir û mekanîzmaya belavkirina adil a wan qezencan li ser gelê Lîbyayê û tevahiya herêman pêk were. Li rex wê jî pêwîst e hesabên banka navendî ya Lîbyayê careke din werin kontrolkirin da ku berên mezaxtina qezencên petrolê di salên borî de bêne nasîn û aliyên ku ew qezenc ne di cihê xwe de serf kirine, werin muhasebekirin.

El-Mismarî bal kişand ser ku beyî pêkanîna van şertan û daxwazên gelê Lîbyayê, vekirina perav û zeviyên petrolê ne pêkan e. Her wiha El-Mismarî destnîşan kir ku artêşa nîştimanî baweriya gel bi fermandariya hêzên çekdar a Lîbyayê pîroz dike, ji bo ku tevahiya daxwazên gel bi cih bînin.

Li gorî daneyên ku Saziya Nîştimanî ya Petrolê li ser hesabê xwe yê li Facebookê belav kirine, zirarên girtina peravan di 175 rojan de gihaştine 6 milyar û 738 milyon û 228 hezar dolarî.

(şx)


Mijarên Din