Artêşa Lîbyayê êrîşî hêzên Wîfaqê kir

Artêşa Lîbyayê nuqteyên hêzên Wîfaqê yên li bajarê Sert ê rojavayê Lîbyayê kirin armanc.

Berdevkê Fermî yê Fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî duh bi daxuyaniyekê ragihand ku nuqteya ku bûye armanc, depoya teqemeniyan a hêzên hikumeta Wîfaqê ye.

Beriya 2 mehan topbaran li bajarê Sert jî pêk hat û artêşa Lîbyayê nuqteyên hikumeta Wîfaqê yên li Sertê, tevî ku di bin serweriya "Hêzên Parastin û Garantiya Sertê" de bûn, kirin armanc.

Tê zanîn ku Hêzên Parastin û Garantiya Sertê ji hêzên Binyan El-Mersûs pêk tê ku girêdayî hikumeta Serc in. Her wiha bi destekdayîna DYA’yê baregeha sereka ya DAIŞ`ê ya beriya 3 salan kontrol kirin.

Buroya çapemeniyê ya artêşa Lîbyayê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa neteweyî ya li Terablusê gelek nuqteyên nû bi dest xistin, her wiha gelek wesayît, teqemenî, çek û kesên girêdayî komên çekdar, desteser kirin.

(eh)


Mijarên Din