Artêşa Lîbyayê êrişî çeteyên dewleta Tirk kir

Yekîneyên artêşa Lîbyayê yên li navenda baregeha El-Wetiya ya li rojhilata bajêr êrişî nuqteyeke operasyonan a çeteyên dewleta Tirk kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Tabûra 134`an a El-Wetiya di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên artêşa Lîbyayê çeteyên dewleta Tirk ji Taqa El-Eqrebiya derxistin û di heman demê de jî  bingehên obusên ‘Grad’ ên ku anîbûn da ku baregeha El-Watiya bombebaran bikin, teqandin.

Li gorî Sky Newsê nivîsgehê destnîşan kir ku çekdarên Lîbyayê gelek cebilxaneyên çeteyan piştî ku ew reviyan, ji cihê şer bi dest xistin.

Ji aliyekî din ve jî li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hejmara çeteyên ku gihaştine Lîbyayê, gihîşt 8 hezar û 950’î û hejmara yên ku gihaştine baregehên dewleta Tirk ji bo perwerdeyê, gihîşt nêzî 3 hezar û 300’î.

(ekîb)


Mijarên Din