Artêşa Lîbyayê nuqteyên Wîfaqê li Terablusê kirin armanc

Vê sibê Artêşa Wetenî nuqteyên komên çekdar ên Hikumeta Wîfaqê yên li taxên paytexta Terablusê topbaran kirin.

Tora Erebiyê ku agahiyên xwe dispêre nûçegihanê xwe, ragihand ku artêşa Wetenî nuqteya Neqliyê ya rêya balafirgehê û kolana Xelatat a başûrê Terablusê kirin armanc, her wiha li dijî hêzên Wîfaqê yên li taxên bajarê Seret a Lîbyayê 5 êrîşên hewayî pêk anîn.

Vê sibê çavkaniyekê ji tora erebiyê re raginad ku artêşa Lîbyayê nuqte û baregehên hêzên Wîfaqê li gelek eniyên li taxên paytexta Terablusê kirine armanc.

Gerînendeyê Rêveberiya Moralê ya artêşa Wetenî Xalid El-Mehcûb got, balafirên artêşa Wetenî li eniyên şer êrîşên dijwar pêk anîn, her wiha ragihand ku artêşê nuqteyên nû yên komên çekdar, piştî xetên wan ên parastinê çend eniyên têk çûn, bi dest xistin.

Têkildarî mijarê, wezîrên karê derve yê Îtaliya û Amerîkayê yê li Romayê dibîne ku çareseriya siyasî tekane ya bidawîbûna aloziya Lîbyayê ye, her wiha pêşniyara pêşxistina kongreyê navdewletî yê têkildarî rewşa Lîbyayê li Berlînê kirin.

Dema Mike Pempo serdana Îtaliyayê kir got: “Roja sêşemê min bi serokê Îtaliyayê Sergio Matarella û Serokwezîr Giuseppe Conte re der barê rewşa Lîbyayê, diyalogên hûrbînî lidar xistiye, her wiha roja çarşemê jî bi hempîşeyê xwe yê Îtaliyayê Luigi de Mayo re kete nava danûstandinan.  “

Mike got: “Fikrên me wekî hev bûn, ku ew jî kêmkirina aloziyê, ragihandina agirbestê her wiha divê hemû aliyên di qada meydanî û derveyî Lîbyayê bizanin ku çareseriya siyasî tekana rêya dawîkirina aloziya li Lîbyayê ye. Xebata siyasî divê bi pêş bikeve, em di wê baweriyê de ne  ku encam pêkan in, her wiha îşaret bi lidarxistina kongreyê ku dê di heftiya were de li Berlînê were birêvebirin kir.”

(eh)

 


Mijarên Din