Artêşa Lîbyayê li nuqteyên Wîfaqê yên li Serdê da

Vê sibê artêşa Lîbyayê nuqteyên hêzên Wîfaqê yên Ii derdora bajarê Serd û nuqteyên têketina El-Xemsînê kirin armanc.

Tora Erebiye ragihand ku artêşa Lîbyayê vê sibê bersiva hewldanên hêzên Wîfaqê yên berî du rojan ên êrîşkirina El-Cefra û herêma Hîlal a petrolê da û derbeyên asmanî li dijî nuqteyên hêzên Wîfaqê yên li derdora Serd û nuqteyên têketina El-Xemîs kirin armanc.

Ji dema ku hêzên Misrata yên hikumeta Wîfaqê ku bi dijberiya fermandarê artêşê Xelîfe Hefter tên naskirin, di 2016`an de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn, bajarê Serdê serwer dikin. Her wiha bajarê Serd nuqteya stratejîk a Îxwan El-Mislimîn ên li Lîbyayê ye.

Roja înê balafirên artêşa Wetenî gelek hewldanên hêzên Wîfaqê yên li ser Hîlalê ya petrolê û Cafra rawestandin, 3 firokeyên Tirkiyê rûxandin û komaên çekdarên Wîfaqê li Serd, Ebû Necîm û Ebû Qirên topbaran kirin.

(eh)

 


Mijarên Din