Artêşa Lîbyayê li dijî çekdarên li nêzî Terablusê êrîşan pêk tîne

Îro Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Lîbyayê ragihand ku hêzên bejahî, deryayî û asmanî li dijî milîsên nêzî Terablusê êrîşên giran pêk tînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi beşdariya hemû hêzên bejahî, deryayî û asmanî, li dijî milîsên nêzî Terablusê êrîşên giran pêk tên û  bang li şêniyan kir ku dûrî herêmên şer û deverên ku milîs lê bi cih bûne, bikevin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li kampa Yermûk a li başûrê Terablusê bombebarana asmanî û topbarana bejahî rû dide, di heman demê de nuqteyên milîsan ên nêzî Terablusê tên bombebaran û topbarankirin.

Artêşa Lîbyayê di demên derbasbûyî de ragihandibû ku hêzên wan li dijî nuqteyên nû yên milîsên tundraw ên li taxên paytexta Terablusê êrîşên asmanî pêk tînin.

Tê zanîn ku artêşa Lîbyayê da ku Terablusê ji milîsên çekdar û komên terorîst rizgar bikin, di 4`ê Nîsanê de oparasyonên befireh pêk anîn.

Artêşê beriya ku êrîşî Terablusê bike di nîvê Îlonê de dest bi operasyonekê kir, da ku başûr ji komên terorîst û sûcdar paqij bike.

Artêşa Lîbyayê Tirkiye bi şandina çeteyên Cebhet El-Nusra, ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve tawanbar dike, tê zanîn ku çeteyên Cebhet El-Nusra destekê didin hêzên hikumeta Wîfaqê, her wiha tevî biryara qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re, lê Tirkiyê bi berdewamî çek û teqemeniyan ji hikumeta Wîfaqê re dişîne û Neteweyên Yekbûyî beramberî vê yekê bê deng e.

(eh)


Mijarên Din