​​​​​​​Artêşa Lîbyayê hewldana pêşveçûnê ya hêzên Wîfaqê sekinand

Hêzên Wîfaqê hewl dida ber bi bajarê Sirteyê ve bi pêş ve biçin, lê artêşa Lîbyayê hewldananên wan bersivandin û balafirên nenas baregeha Wetiyê bombebaran kir.

Tora Erebiyê diyar kir ku artêşa Lîbyayê hewldana pêşveçûna hêzên Wîfaqê ber bi bajarê Sirteyê ve sekinand û ragihand ku çavkaniyan ji bajarê Recban ê başûrê rojavayê paytexta Lîbyayê Terablusê diyar kir ku li nêzî baregeha Wetiyê ya başûrê rojavayê Terablusê dengê rêzeteqînan hat.

Li gorî çavkaniyan teqîn di demekê de pêk hat ku balafirên nenas li nêzî baregeha Wetiyê digeriyan û nuqteyên nêzî baregeha leşkerî bombebaran dikirin. Baregeha leşkerî ji girîngtirîn û mezintirîn baregehên asmanî yên Lîbyayê ye.

Di heman demê de fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter bi telefonê bi sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres re axivî. Sekreter û Xelîfe Hefter behsa rewşa Lîbyayê kir û sekreterê giştî yê NY`yê çareseriya leşkerî red kir û got çareseriya herî guncaw çareseriya siyasî ye û ew jî di destê Lîbyayê de ye.

Her wiha Antonio Guterres ragihand ku ew amade ye alîkariya vekirina bîrên petrolê yên li Lîbyayê girtî ne, bike.

(eh)


Mijarên Din