Artêşa Lîbyayê firokeyeke Tirkiyê rûxand

Artêşa Lîbyayê duh ragihand ku piştî nuqteyên artêşê û avahiyên sivîlan kirin armanc, dema firokeyeke bêpîlot aTirkiyê li balafirgeha Matîqiyê ya navdewletî ya li Terablusê hewldana êrîşê kir, rûxandin. 

Artêşa Lîbyayê ragihand ku firokeya Tirkiyê ya li balafirgeha Maîtiqiyê ya navdewletî ya li Terablusê, dema ku hewldana êrîşê dikir, rûxandin. Tê zanîn ku firokeyên Tirkiyê berî niha nuqteyên artêşê kirin armanc û di encamê de 4 kes li herêma Wadî Rebîa ya li başûrê Terablusê jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê eniya rojava di fermandariya giştî ya Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Mebrûk El-Xezweyî topbarana li ser balafirgeha Matîqayê şermezar kir û berpirsyara çekên asmanî yên fermandariya giştî di bombebran balafirgehê red kir.  Mebrûk El-Xezweyî got: "Tu sedem tune ne ku hêzên yasayî balafirgeha Maîtiqiyê bi hewanan an jî bi moşekan topbaran bikin, bi vî rêbazî gefan li ewlehiya sivîlan dixwin."

El-Xezweyî diyar kir ku hemû êrîşkariyên pêk hatine, nîşana beşdariya milîsên Wîfqê di topbarana balafirgeha Maîtiqiyê de ye ku hewldana aloziya rewşê, her wiha hewldana bêbextiya li hêzên artêşa Wetenî dikir.

Çavkaniyên leşkerî yên fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê ji rojnameya El-Beyan a Îmaratê re tekez kir ku tobbarana balafirgeha sivîl a ku niha li paytextê tekane ye, gelek nameyan nîşan dide, nexasim ku bi dema êrîşkirina balafira heciyên ji hecê dihatin, pêk hatiye. 

Di encama topbarana moşek û topên duh de, hejmarek ji heciyan birîndar bûn û liv û tevgera asmanî hate rawestandin.

Di heman çarçoveyê de şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) desteka ji Lîbyayê re şermezar kir û got êrîşa li ser balafirgeha Maîtiqiyê gefan li jiyana hecî û rêwiyên sivîl dixwe, li ser vî esasî banga rawestandina êrîşên li dijî hemû binesazî û avahiyên sivîlan kir.

Mîsyonê bi daxuayniyekê diyar kir ku wan komek ji bo nirxandina rewşê şandine û tekez kir ku 4 moşek li derdora sivîl a balafirgehê ketin û bi dehan heciyan jiyana xwe ji dest da, ziyanên madî li balafirê û 2 endamên tîmê birîndar bûne. Şandeyê bi bîr xist ku êrîşên berbelav ku sivîlan birîndar dikin, muhtemel e bibin sedama şer û sûcdariyan.

(eh)


Mijarên Din