Artêşa Lîbyayê firokeya Tirkiyê rûxand

Artêşa Lîbyayê ragihand ku di saetên derengiya şevê de, balafiran firokeya Tirkiyê li balafirgeha Matîqiyê ya peytexta Terablusê rûxandin.

Tora Eerebiya ragihand ku Odeya Çapemeniya Şer a Artêşa Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand, ku bi balafiran êrîşî baregeha Matîqiyê kirine û firokeya Tirkiyê ya di hundirê qada leşkerî de ya ku li baregeha Matîqiyê ya navdewletî ye, depo û nuqteyên oparasyonan kirine armanc.

Di nava 24 saetan de li paytexta Tarablusê, du firokeyên Tirkiyê hatine rûxandin û di demên derbasbûyî de artêşa Lîbyayê li eniyên şer ên li başûrê peytextê balafirek rûxandin. Tê zanîn ku ji beriya hefteyekê ve di navbera hêzên artêşa Lîbyayê û hêzên hikumeta Wîfaqê de şerekî giran rû dide.

Di encama şerê li Trablusê rû dide, balafirgeha Matîqiyê rastî gelek êrîşên bi hawinan û topban hatiye, di encamê de liv û tevgera balafirgehê hate rawestandin û balafirgeha bajarê Misrata li şûna wê kete tevgerê.

Artêşa Lîbya hikumeta Wîfaqê bi bikaranîna balafirgeha Matîqiyê ya li Terablusê ji bo birêvebirina oparasyonên leşkerî û nuqteya rabûna firokeyê tewanbar dike.

Tevî qedexeya ji dema rakirina pergala Mamar El-Qedefî hêj hikumeta Wîfaqê çek û tegemeniyan ji Tirkiyê werdigere, di heman demê de gelek teqemeniyên Tirkiyê ku bii rêya benderên Lîbya û Yunanê re dihatin şandin hatin rawestandin.

Di heman demê artêşa Wetenî ya Lîbya Tirkiyê bi şandina çeteyên Cebhet El-Nusra ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve, da ku destekê bidine hikumeta Wîfaqê tewanbar dike.

(eh)


Mijarên Din